KOBANÊ- Meşa dirêj a 3 rojan ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger tê lidarxistin.
Bi vê armancê bi dehan ciwan li navçeya Sirînê li hev kom bûn û ber bi navçeya Qinê dest bi meşê kirin.
Ciwanan bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Soza me tolhildan e” dest bi meşa xwe kirin ku wê bi 35 kîlometreyan bimeşin.
Di meşê de Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Kobanê axivî û got: “Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger tu caran em li beramberî komplo bêdeng namînin, divê herkes vê bizanibe ku Ciwanên Şoreşger fedaiyên Rêber APO ne. Çi erk û berpirsyartî werin li ser milê me emê bi çalakiyên cûda cûda ve têkoşîn bikin. Ger ku pêwîst bike emê ji bo Rêber APO canê xwe jî feda bikin. Em weke Tevgera Ciwanan em dibêjin em tu carî serê xwe netewînin, li beramberî dewleta dagirker emê têkoşînê bikin.” Her wiha Ehmed axaftina xwe wiha doman; “Gelê me dibêje em bangavazî li dewleta navnetewî dikin Em weke Tevgera Ciwanan bangî keseke nakin, Gerîlayên serê çiyan li pişta me ne, yê ku dihêle em azadiyê li vir jiyan bikin ew in, em weke ciwanên vê herêmê çi were ser milê me emê heta dawiyê têkoşîn bikin.”