NAVENDA NÛÇEYAN- Ev demeke MÎT-Parastin bi rêya Whatsapapp’ê peyaman ji welatiyên wargehê re dişînin û bi şantajan dixwaze gel bitirsîne.
MÎT-Parastin di peyamên ku ji welatiyên wargehê re rêdike de dibêje, wêne û vîdeoyên we yan jî yên malbata we di destê me de ne û ger hun ya me nekin emê parvebikin. MÎT-Parastin bi van şantaj û rêbazên bê exlaqtiyê jî nekarîn serbikevin.
Kesên ku payam ji wan re hatine, bersiva pêwîst dane û dive herkes bizane ku ev yek şerê taybet ê MÎT-Parastin’ê ye. Kesê ku peyam jêre bê, divê netirse û bi hestên xwe yên welatparêzî bersiva pêwîst bide wan xwînmijan.
MÎT-Parastin bi salane nikare sîxûran ji xwe re çêbike, niha jî bi van kiryarên bê exlaq dixwaze tevlîheviyekî çêbike.
Jimarên ku li gel digerin wiha ne:
-07511733689
-07502425988
-07512177289
-07500969406
-07518770144