ŞAM- Dayika ku her roj bi hesreta ji bo azadiya Rêber APO têkoşîn dike û bi hesrete ku Rêber APO bibîne. Bi hatina salvegera 15’ê Sibatê re ji ajansa me re axivî û balkişand ku ewqas sale ji Rêber APO agahî nagrin û di derbarê tendûristiya wî û rewşa wê de di meraqê de ne. Her wiha got ku: “Em hevîdarin Rêberê me rizgar bibe û em Rêberê xwe di nav xwe de bibînin”
Di vê wateyê de dayê wisa berdewam kir:
“Ez diya Azad ji bajarê Şame. Di xebatê Kongra Star de kar dikim. Ez dixwazim li ser Serokê xwe çend gotina bi axivim. Ev meha Şibate Rêberê me di hebs û zindanê de ye. Ev ewqas sal em nizanin Rêberê me tendûristiya wî, rewşa wî çawa ye. Rêber APO ji bo me canê xwe feda kir. Yanê ev ewqas sal di zindanê de ye. Ne rojê dibine. Em nizanin çawa ye. Ne malbata wî dibine. Fikrê Rêber APO ketiye serê me. Rêberê me canê xwe feda kiriye. Em dixwazin tıştekî jı bo Rêberê xwe çêbikin. Rêberê xwe rizgar bikin. Rêberê me ewqas sal li Şamê ma. Em diçûn me Rêberê xwe di dit. Bı seatan bi me re di axifî qet aciz ne di bû. Dikarî ji bo rojekê, bi temamî şevekê fikrê xwe ji me re digot. Ez dixwazim Kurdê me nasnama xwe bistînin Kurdê me ji bin zilmê derkeve. Rêberê me xwest welatekê me hebe, nasnameyek me hebe. Rêber APO gelek tişt ji Kurda re çêkir. Gelek tişt kir. Înşalah em ê bi ser bikevin. Serokê me hişt ku jin bimeşe, bi axife, li ber xwe bide. Hişt jin peşbikeve, hişt jin sîlahê rake. hişt jin şoreşê bike. Daxwaza welatê xwe bike. Rêber APO gelek tişt ji bo jinê kir. Rêber APO digot wê rojek hebe wê jin xwedî li min derbikeve. Em dixwazin Rêber APO bibînin, dixwazin Rêberê xwe rizgar bikin. Tiştên ku Rêber APO ji bo me kiriye tû cara ji bîr nabe. Hişt ku jin hemû tişta bikaribe bike. Berî jin di bin zilmê de bû. Bes wexta ku fikrê Serok derketin holê jin rizgar bû. Êdi jin her tiştê ku bixwaze dikare bike. Em hevîdarin Rêberê me rizgar bibe û em Rêberê xwe di nav xwe de bibînin. Hûn dizanin ev meh meha Şibatê ye. Em hevîdarin ku Rêberê me îsal di nav me de be. Em dixwazin dengê Rêberê xwe bibihisin.”