MÛŞ– Li Mûşê danê êvarê 3 endamên Meclîsa Ciwanên DEM Mûşê hatin binçavkirin.
Endamên Meclîsa Ciwanên Mûşê yên Partiya Wekhevî û Mafên Demokratîk (DEM) Mehtap Yildirim, Nazan Ergun û Fatma Ak hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku ciwanên ku li navenda bajêr ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin, piştî Îskana Agahiyên Giştî (GBT) hatin binçavkirin.
Hate hînbûn ku 3 kesên hinceta binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê.