HELEB- Bi sedan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û endamên Kongra-STAR li ber Garaja Efrînê ya kevin a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî. li ser Rêber Apo û banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo meşek meşaleyî organîze kirin. Di meşê de wêneyên Rêber Apo, meşale û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hilgirtin.
Meşa ku bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” dest pê kir, heta Rêber Apo ya herêma Cebanatê berdewam kir.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Şehed Tebşo li vir axivî û got, “Eger ne ji ramanên Rêber APO bûna, gel nedikarîbû azadiya xwe û rastiya xwe nas bike.”
Şehed destnîşan kir ku weke jin wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî û serkeftina Rêber Apo bidomînin.