QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Qamişlo, bi boneya salvegera 25’emîn a komployê navnetewî li dijî Rêber Apo, îro danê êvarê meşekî meşeleyî li dar xistin.
Meş li ber çarxereya Sonî dest pê kir. Meşele, pankart û alên Rêber Apo hatin hildan û sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê” hatin berz kirin. Meş li ber Warê Ciwanan rawestiya.
Li wir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyekî hat xwendin. Di daxuyaniyê komployê navnetewî ya 15’ê Sibatê hat şermezar kirin û sekna tekoşînê heya mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat diyar kirin.