ŞEHBA- Di salvegera 25’emîn a 15”ê sibatê, roja dîlgirtina Rêber APO ji aliyê hêzên komploger ve bi hezaran koçberên Efrînê li Şehbayê meşiyan.
Di bin dirûşmeya “Azadiya Fîzîkî Ya Rêber APO Çareseriya Doza Kurdî Ye” li navçeya Fafînê ya Şehbayê meşeke girseyî ji bo salvegera 25’emîn a pêkanîna komploya navdewletî ji aliyê hêzên hegemondar ên weke Emerîka,Îngilistan, Îsra’îl û dewleta tirk a dagirker ve li dijî rêber APO, hate lidarxistin.
Meşê bi bilindkirina fotrafên rêber APO û dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe, Li Her Derê Serhildan, Li Îmralî Berxwedan” dest pê kir û li qada ajotinê ya li Fafînê veguherî mitîngê, piştî ku meş veguherî mitîngê û deqeyek rêzgirtin ji bo giyana şehîdan hate sekinîn, li ser navê Meclîsa Malbata Şehîdan dayîka Elî axaftin kir û da zanîn ku êdî dem dema azadiya gelan û rêber APO ye, tu hêz nikarin îradeya gelan bişkînin, li aliyê din destnîşan kir ku hêz û jiyana wan bi rêber APO re ye û temsîla gelan rêber APO ye. Her wiha di dawiyê de jî wiha diyar kir, yê ku dixwaze aşîtiyê pêk bîne bila li gel rêber APO bibîne, çareseriya hemû pirsgirêkan di azadiya rêber APO de tê kilîtkirin, em ji bo azadiya rêber APO hem şerker in, hem jî aştîxwaz in.
Di dawiyê de meş bi siloganên “bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.