MÊRSÎN- Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Alî Firat ragihandin ku danê êvarê li navçeya Mêrsîn-Erdemliyê li dijî dikana Mavîoglû Ticaret ya Çêkirin û Malzemeyên Çandiniyê difiroşe çalakiyek li dar xistin.
Yekîneyên Tolhildanê di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya hovane ya li dijî Rêbertî û dewleta Tirk a faşîst a dagirker ku hewl dide bi tevahî nasnameya gelê Kurd înkar bike û qirkirinê pêk bîne, bi baweriya fedekariyê çalakî pêk anîn. Bi dilsoziya parastina hebûn û nasnameya xwe û bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” dor li Rêber Apo girtin û diyar kir ku ev yek bi şehîdên leheng ên Kurdistanê ve girêdayî ye.