NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya Pêngava “Azadiya Rêber APO, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” de, Meşa Parîsê ku di 22’ê Çile de li Fransayê dest pê kir, Meşa Navneteweyî ya ku di 11’ê Sibatê de li Baselê destpê kir û Meşa Azadiyê 9’ê Sibatê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest pê kir.
Di meşê de bi zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Fransî daxuyanî hatin dayîn û azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate vegotin û gotin ku:”Azadiya fîzîkî ya Rêber APO azadiya hemû gelan di serî de gelê Kurd e.”
Ciwanên ku li ser vê bingehê hatin cem hev, diyar kirin ku felsefeya Rêber APO ji bo hemû mirovahiyê hêviyek e û welatên Kapîtalîst dixwazin vê hêviyê tine bikin û ji bo vê heta dawiyê wê têbikoşin.
“Em ji bo yek armancê hatin cem hev”
Yek ji meşvanê enternasyonalîst Kira Sommerfeld diyar kir ku 34 meh in tu agahî ji Rêber APO nayê girtin û got, “Rêber APO 25 sal in di pergala îşkenceya Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Em wek enternasyonalîst ji şebekeyên cuda yên erdnîgarî, ji Amerîkaya Başûr heta Asyayê, ji Afrîkayê heta Ewropayê hatin cem hev. Sommerfeld got, “Eger tenê yek armanca wan hebe, ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye, fikrên Rêber APO ji bo hemû mirovahiyê û gelên şerker hêviyek e.” “Bi taybetî paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê tarîtiya em tê de ronî dike.
Kira Sommerfeld nerazîbûn nîşanî bêdengiya Konseya Ewropayê ya li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO da û got, “Em daxwaz dikin ku pêvajoya dadgeha Rêber APO di zûtirîn dem de bimeşe û azadiya fîzîkî ya wî pêk were. “Em dixwazin CPT serdana Rêber APO bike û ji rewşa wî agahdar bike.
Em dest ji têkoşînê bernadin
Ji meşvanên “Rêwîtiya Azadiyê” Serhad Baran;
“Ev zîhniyeta ku bi hezaran sal e li ser gelê Kurd komkujî û mirin kiriye, bi esareta Rêber APO dixwaze tevahiya gelê Kurd qir bike. Rêber APO bi paradîgmaya xwe ev zîhniyeta dijmin pûç kiriye. Ji ber vê yekê dijmin tecrîda girankirî li ser Rêber APO ferz dike. Weke ciwanên Kurd em vê dibêjin: Em ê ti carî van polîtîkayên dijmin qebûl nekin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê em ê dest ji têkoşînê bernedin.
Qisekeran bi giştî bal kişandin ser azadiya fîzîkî ya Rêber APO û diyar kirin ku heta Rêber APO bigihêje azadiya fizîkî ew ê di her kêliyê de, li her cihî têbikoşin û bang li Konseya Ewropayê kirin ku wan ji rewşa Rêber APO agahdar bikin.