AMED- YCWK (Yekîneyên Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) li dijî komploya li dijî Rêber Apo û şert û mercên tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, li dijî cihê kar yê hevkarekî li ser rêya Haniyê ya Amedê û li dijî Şaredariya Kayyumê ya li navçeya Kayapinar a Amedê. Da zanîn ku di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin” çalakî li dar xistine.
YCWK’ê di daxuyaniya xwe de bang li ciwanên Kurdistanê kir ku ji bo çalakiyan seferber bibin û got, “Weke ciwanên Apoyî em sala 2024’an bikin sala ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. ”
Ravekirin wiha ye;
“Yekîneyên me yên YCWK’ê yên Amedê di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin” li du nuqteyên cuda yên Amedê li dijî komployê çalakî li dar xistin!
-Yekîneyên me ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê û balkişandina ser tecrîda li ser Rêber APO, roja 16.02.2024’an saet 02:35’an de li dijî kargeha hevkar a li ser rêya Amed/Haniyê çalakiyek li dar xistin.
-Duh êvarê saet di 23.59’an de li dijî Şaredariya Kayyûmê ya Amedê çalakiyek hat lidarxistin. Piştî çalakiyê di navbera yekîneyên me û leşkerên dijmin ên hatin herêmê de pevçûn derket.
Bi van çalakiyan em bang li ciwanên Kurdistanê dikin û bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî tecrîda li ser Rêber APO seferber bibin. Weke ciwanên Apoyî em sala 2024’an bikin sala pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Bijî Serok Apo
Lanet be 15’ê Sibatê