HELEB – Ciwanên Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD), bi boneya salvegera 25’emîn a komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo, li bajarê Helebê li ser vê mijarê semînerekî li dar xistin.
Bi amadebûn û beşdarbûna xwendekarên zanîngeha Helebê, dewreya xwendinê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre hevserokê Ciwanên MSD Nasir Nasiro dest bi axaftinê kir.
Nasir Nasiro li ser komploya navneteweyî ya ku ji bo rê li ber belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo bigire, ji aliyê gelek dewletan hate kirin axivî.
Dewrê bi pêşkêşkirina du sînevîzyonan bi dawî bû. Yê yekem ji bo danasîna Ciwanên MSD û ya duyemîn jî j bo danasîna hûrgiliyên komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêber Apo hatibû lidarxistin û bi dîlgirtinê wî bi encam bû.