NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekî nîvîskî û bi weşandina 2 dîmen eşkere kirin ku di 17’ê Sibatê de 2 çalakî li hemberî çeteyên dagirker li xetên Merê û Babê pêk anî. Di encama çalakiyên sekvanî û taybet 2 çete hatin kuştin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Êrîşên Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber berdewam dikin. Hêzên me di çarçoveya bersivdanê de di 17ê Sibatê 2 çalaki li dar xistin. Di vê çarçoveyê de:
Di roja 17ê Sibatê de hêzên me li xeta Merê çalakiyek Sekvanî dijî çeteyên dagirker pêk anin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Dîsa di heman rojê de li xeta Babê hember baregeha dagirkeriya tirk a Ebû Zêdan çalakiyek taybet hat li darxistin, di encama vê çalakiyê de jî 1 leşkerê Tirk ê dagirker hat kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrîn
23ê Sibatê 2024″