MEXMÛR- Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmurê ve Ji ber sedema ku îro li navçeya Gemlîk a Bûrsayê ku grava Îmraliyê lêye bi pileya 4.1 erdhej çêbû, meşekî hat li darxistin.
Di serî de ji aliyê Meclisa Ciwanan ve daxuyaniyêk hate dayin. Di daxûyaniyê de hate gotin ku; “Ji bo fikr û ramanê Rêber APO di cîhanê de belav nebe, her cûre êrîş têne meşandin.” Her wiha hate gotin ku “Rêbertî gotibû ezê tu carî dev ji rihê xwe yê ciwan bernedim ezê her tim ciwan bimînim. ji bo wê jî çi erk bikeve li ser milê ciwanan divê pêk bînin û em weke ciwan çi erk jî bikeve li ser milê me emê pêk bînin û her tim ji bo azadiya Rêber APO ya fîzîkî çi çalakî hebin emê bikin. Piştî daxuyaniyê bi pêşengtiya Ciwan, jinên Ciwan, û Xwendevanên Azad, Xelkê Mexmûrê ji bo Rêber Apo daketin kolanan û meşek girseyî hate lidarxistin. Bi dirûşmên ‘Ciwan fedayî Rêber Apo ne’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ gelê berxwedêr a Mexmûrê meşiyan.