NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî berxwedana dîrokî ya 58 rojan li dijî êrîşer mêtînger ên dewleta Tirk û teknolojiya NATO, gelê Efrînê bi avakirina Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) dest bi qonaxekî nû yê tekoşînê. Ciwan û welatparêzan beşdarî HRE bûn û heya roja îro bi fedayîtî rêya azadkirina axê xwe nîşan dan.
Îro jî, li hemberî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta faşîst a Tirk û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo 10 ciwanên kurd û ereb bi daxuyaniyekî tevlîbûna xwe ya di nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em tevlîbûna xwe ya nava refên HRE diyar dikin
Dewleta Tirk a dagirker-qirker û faşîst bi polîtîkayên xwe yê înkar û îmhayê ve tecrîdê di serî de li ser Rêber Apo giran dike. 25 sal in Rêber Apo di nava lepê dijmin de dîl girtî ye, tu agahiyekî zelal û berbiçav di derbarê rewş û tendirustiya Rêber Apo de nîne, bi tecrîda heyî ve jî girêdayê, ji ber bêdengîya raya giştî û destekdayîna hêzên derve ve her rê û rêbazên qirêj li ser gelê me dide kirin. Li pêş çavên cîhanê bajarê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî hatin dagirkirin. Îro Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve li van heremên dagirkirî hemû rê û rêbazên qirêj liser gel, jin û ciwanên me didin meşandin. Ji kuştinê bigire, heya revandin, tecawûz, desteserkirina mal û mîlkên gel û guhertina demografiya. Bi rêka balafirên xwe yê şer û keşifê jî pêdiviyên jiyanî yên gelê me tên hedefgirtin, di her waran de zilm û qirkirin li ser gelê me tê meşandin û cîhan li hemberê van kiryarên heyî xwe ker, kor û lal dike.
Em jî weke ciwanên Kurd û Ereb ku ji hembêza vê gelê berxwedêr û serhildêr derketine ser rêya azadiyê; di serî de ji bo bersivdayîna tecrîda li ser Rêber Apo, ji bo tolhildana êrîşên bê hiquqî û bê exlaqî yên ku li dijî gel tên kirin, ji bo Tolhildana lehengên çalakiya gundê Basilê fermandarê pêşeng Cûdî Reşo, Çîçek Kobanê, Cûdî Gabar, Jiyan Efrîn û Dilşêr Serêkaniyê em soza tevlîbûnê didin û çeka xwe li hemberê dijmin radikin. Di dawiyê de jî em bang li hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku rola xwe bilizîn û werin tevlîbûna xwe nava refên azadiyê re diyar bikin, bersiva pêwîst emê bi hev re bidin dagirkerên ser xaka bav û kalê me.
Bijî Serok Apo
Bijî berxwedaniya gelan
Tolhildan soza me ye”
23’ê Sibatê 2024
Jinekî ciwanê Kurd û ciwanekî ereb jî ji Nûçe Ciwan re sedemê tevlîbûna xwe di nava refên HRE de destnîşan kirin.