NAVENDA NÛÇEYAN
Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya sala 2024’an eşkere kir.
Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê eşkere kir.
Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi beşdariya rêveber û endamên rêxistinên jinan bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat dayîn.
Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, ya Erebî ji aliyê Endama Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Xud El-Elî û ya bi zimanê Suryanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif ve hat xwendin.
Rihan Loqo ku daxuyaniya Kurdî xwend, bi bîr xist ku têkoşîna jina azad a xwedî dîrokek kevnar ji Rosa Luxsemburgan heta Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Rihan Amûdê, Yusra Derwêş, Zelal Zagros û Sorxîn Dêrsim berdewam dike
Rihan Loqo da zanîn ku vê meşa dirêj îro ji Emerîkaya Latîn heta Efrîqa, Rojhilata Navîn û Asyayê şax berdaya her aliyê cihanê û li dijî rêjîmên faşîst, dewletên dagirker û hêzên kapîtalîst, ji bo parastina nasname û destkeftiyên şoreşa jinê ji her demê zêdetir têkoşîn tê meşandin.
Rihan Loqo bal kişand ku li dijî têkoşîna jinan a xwebûnê siyaset û planên tunekirin û qirkirinê tên meşandin û wiha dom kir: “Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst û dagirker jinên pêşeng hedef digire û şehîd dixe. Li herêmên dagirkerî yên wekî Serêkaniyê, Efrîn, Girê Sipî, Bal û Cerablusê sûcên weke tecawiz, girtin, lêdan, kuştinê dikin. Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê navendên xizmetguzariyê bombebaran dikin. Di êrîşan de gelek jin û zarok şehîd û birîndar bûn.”
Rihan Loqa da zanîn ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa jin misoger bûye, jinan bi hêza xwe a rêxistinkirî li hember hemû cûre êriş û qirkirinên siyasî, aborî, çandî û civakî têkoşina xwe domandiye û wê bidomînin.
Di dawiya daxuyaniyê de bernameya çalakiyên 8’ê Adarê hate eşkere kirin.
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo da zanîn ku çalakiyên îsal (2024) wê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” 24’ê Sibatê destpê bikin û heta 8’ê Adarê bidomin.
Li gorî daxuyaniyê plansaziya çalakiyan wiha ye:
– Her bajarek bi rengê jinê werin xemilandin, dirûşmeya çalakiyan li daketina bajaran were daliqandin.
– Derbarê têkoşîna jinê de civînên girseyî ji gel re bên çêkirin.
– Li tevahî gund, tax û saziyan semîner werin dayîn.
– Di 1 û 2’yê Adarê de bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê festîvala jin were pêkanîn.
– Li Kobanê wê pêşengeha wêneyan bê vekirin.
– 4’ê Adarê li hemû bajaran wê serdana goristanên şehîdan were kirin û mûm werin pêxistin.
– Bi rêxistinên jinan re bi riya online panelek were çêkirin. .
– Wê serdana gundê Jinwar bê kirin.
– Ji hevalên jin ên li ser bendên kontrolê yên asayîşê re gul an jî şitilên daran werin dayîn.
– Pêşengha wêneyên hevalên şehîd û danasîna kurt li ser jiyana wan were orgenîzekirin.
– 5’ê Adarê ji aliyê Meclisa Jin a PYD’ê ve semînerek li ser asta Suriyeyê bê dayîn.
– 3’yê Adarê li Kobanê, Eyn Îsa, Hesekê, Qamişlo û Reqayê komxebat werin çêkirin.
– Li her bajarekê ji bo mêran perwerdeyên ku 3 rojan dom bikin werin dayîn.
– Broşurên danasîna 8’ê Adarê werin belavkirin.
– 3’yê Adarê li Reqayê meşek mezin bê li darxistin.
– 8 Adarê wê li Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Şehba, Heleb, Şam, Başûr, Lubnan û Ewropayê meşên mezin bên lidarxistin.
– Kampanyaya ekolojî wê berdewam bike.
– Kampanyaya hashtagê wê bê destpêkirin.