DÊRAZOR – Di çarçoveya hemleyê Înîsiyatîfa Gel a li dijî komployê navnetewî û tecrîdê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazor dest bi komkirina îmzeyên gel ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Ev hemle tê meşandin ji bo mecbûrkirina ku Konseya Ewropayê û saziyên mafên mirovan ên navnewtewî bi erkê xwe rabin û li ser dewleta Tirk zext bikin da ku qanûnên navneteweyî pêkbîne.
Bi vê çalakiyê gelê rojhilatê Dêrazorê banga rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û azadkirina fîzîkî kir. Gel li hev kir ku îmze bikin û nêrîna xwe bidin.
Gel bi hemû rê û rêbazên çapemeniyê van binpêkirinên dewleta faşîst a Tirk şermezar dike.