REQA – Li goristana Şehîdan a bajarê Reqa îro merasîmekî ji bo bîranîna şehîdên meha Sibatê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan hat bi rêxistin kirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan jî beşdarî bîranînê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyana şehîdan dest pê kir. Piştre tûrenekî leşkerî ji aliyê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ve hat kirin.
Li ser navê Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê rêheval Ednan axivî û teqez kir ku “şehîd di dil û canê me de zindî ne û em ê bi rêgez û nêzîkatiya şehîdên me rêya xwe bidomînin.”
Di dawiyê de mûm ji aliyê malbatên şehîdan ve li ser tilîliyên zarokên xwe yên ku di rêya azadî û rûmetê de canê xwe feda kirine, hatin pêxistin.