MINBIC – Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” îro piştî nîvro, Meclîsa Yekîtiya Werzîşê ya parêzgeha Minbicê, li beramberî şehîdxistina endama komîteya PKK’ê ya Ciwanan Bişeng Brûsk û endama rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyekî dan. Şehadeta wan di êrîşên hewayî ya artêşa Tirk a 27’ê Tîrmehê 2023’an de li Herêmên Parastina Medya, îro sibê ji aliyê Komalên Ciwan hat ragihandin.
Bi endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbicê beşdarî daxuyanî bûn. Daxuyanî ji aliyê berdevka Komîteya Werzîşê ya Jin ve rêheval Buşra hate xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di nava van şert û mercên ku îro em tê de dijîn, li Rojhilata Navîn bi giştî û bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê, em her di bin bomberdûmanên hovane û êrîşên domdar û dûbare yên faşîzma Tirk û dewletên kapîtalîst de ne. Dewleta Tirk pir caran çekên NATO û çekên qedexekirî di asta navneteweyî de bi kar anîn, ji ber ku hêz û îradeya di nav gelên ku li ser esasê ramana Rêberê navneteweyî, Rêber Abdullah Ocalan dijîn de nas dikin. Em heta serkeftina li dijî faşîstan asta îradeya xwe dizanin, ji ber vê yekê her tim dewleta Tirk hewl dide malbat û rêhevalên me li her derê bikin hedef, hewl didin vîna gel bişkînin û gel vegerînin koletiyê. Ew kontrolkirina gelan digerin, lê ev çênebûye û tu carî jî wê çênebe, çiqas hewl bidin jî nagihêjin armanca xwe, ji ber ku gelê me û hevalên me yên di Partiya Karkerên Kurdistanê de her dem bi biryardarî li berxwe didin. Li hemberî wan, şehîd Bêrîtan, şehîd Sakîne Cansiz û şehîd Zîlan li ser esasê azadiya gelan û derxistina gel ji koletiya têkoşîn kirin, nexwestin di nava cîhek di bin kontrola modernîteya kapîtalîst de bin. Ji ber ku dizanin ku azadiya gelan bi şikandina faşîzmê dest pê dike çiyayên azadiyê ji bo têkoşînê xwe hilbijartin.”