DÊRAZOR – Bi dirûşmeya, “Em ê bi vejîna ciwan xwe bi rêxistin bikin û Rêber Apo azad bikin” konferansa 2’emîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazor hat li darxistin.
Bi amadebûna nûnerên desteyên rêveberiya xweser ên kantona Dêrazorê, tevgerên ciwan û tevgerên jin, konferans bi bixêrhatina mêvanan û hemû beşdaran hate dest pê kirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayek rêzgirtin hat girtin. Piştî wê jî ji aliyê şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Mizgîn Yûsif ve axaftin hat kirin.
Mizgîn Wûsif lidarxistina vê konferansê li Tevgera Ciwanên Şoreşger pîroz kir û bi gotina Rêber Apo a “Me bi ciwantî dest pê kir û bi ciwantû em ê bi ser bikevin” bal kişand li ser rola pêşeng a ciwanan. Her wiha, diyar kir ku ciwanên şoreşger û jinên ciwan rihê civakê û motora dînamîk a tevgera şoreşgerî ne û di dawiyê de bal kişand li ser xurtkirina rêxistinbûn û hişyarkirina ciwanan di civakê de.
Piştre jî perspektîfên Rêber Apo a ji bo ciwan û jinên ciwan ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne El-Elî ve hate xwendin.
Rapora salane ya hemû kar û xebatê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazor ji aliyê berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazor Elî El-Mihemed ve hate xwendin.
Ciwanên Şoreşger konferansê xwe bi sînevîzyonekî li ser xebatên salê dawî yên Tevgera Ciwanan berdewam kirin. Piştre li ser mijarên rêxistinî, pirsgirêkên ciwanan û çareseriya wan ji aliyê beşdaran nîqaş hatin kirin.
15 ciwan û jinên ciwan ji bo meclîsa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Dêrazorê hatin hilbijartin û li beramberî konferansê soza têkoşîn û durustbûn di xebatê xwe de li gorî fikirê Rêber Apo dan.
Ji bo eşkerekirina encamên konferansê, di dawiyê de bi daxuyaniyekî biriyar ku hatin dayîn hatin parve kirin.