NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Çandinî ya Avdanê ya Kantona Cizîrê, Gerînendeya Daristanan û Şaredariya Gel a bajarê Hesekê bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl 500 dar çandin. Desteya çandiniyê berê destpê çandina daran bi daxuyaniyekê da.
Daxuyanî li nêzî Pira Beyrûtî ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ji aliyê rêveberê Komeleya Civaka Ciwanên Sivîl Idrîs Dawud ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de bal keşand li ser polîtîkayên qirkirina ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li herêma Mezopotamyayê tê kirin. Hate gotin: “Dewleta Tirk gelek bendav li ser çemên Dîcle û Firatê ava kirine.
Dewleta Tirk herkîna xwezayî ya bi dehan şaxên her du çeman da guhertin. Ji ber polîtîkayên qirkirina jîngehê jêderên avê zuha bûn, pirrengiya keskahî û bieolojî tune bûn û herêm veguherî çoleke zuha.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi van kiryaran li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî tev digere û wiha hat domandin: “Dewleta Tirk bi rêya qutkirina avê li ser mîlyon û nîv niştecihên Hesekê û kampên wê rasterast mirovan dike hedef. Em bang li NY’yê û desteyên wê hiqûqî û rêxistinên mirovî li hemberî siyasetên dewleta Tirk rabin û stasyona Elokê bixe bin wesiyeta Neteweyên Yekbûyî. “
Di dawiya daxuyaniyê de li ser destpêkirina pêngavê wiha hat gotin, armanc ji vê pêngavê, li hemberî qirkirina jîngehî ya ku Tirkiyeyê pêk tîne, zêdekirina qada keskahiyê ye.
Piştî xwendina daxuyaniyê beşdaran li cem Pira Beyrûtî û rex Çemê Ceqceqê dar çandin.