REQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên li Reqayê, ji bo bîranîna endama Komîteya Ciwanên PKK’ê û Kordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komalê Ciwan şehîd Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Şehîd Sara Hogir Riha, yên ku Ji aliyê Komîteya Ciwanên PKK’ê ve danê sibê nûçeya şehadeta wan hate ragihandin, meşiyan.
Bi dehan ciwan û jinên ciwan ji bo bîranîna têkoşerên azadiyê şehîd Sara Hogir Riha û şehîd Bişeng Brûsk ên di 28’ê Tîrmeha 2023’an de di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker a faşîst a Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, di meşê de bi bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin û Tolhildan” hatin berzkirin û hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk a qirker eşkere kirin. Meş ji ber navenda bajarê Reqayê destpê kir û heta çerxerêya El-Neîm a navenda bajêr berdewam kir, pankartên wêneyên şehîdan ji aliyê beşdaran ve hatin hilgirtin.
Dema meş gihişte girava El Neîm deqeyek rêz ji bo bîranîna şehîdan hate girtin û piştre Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Reqayê Letîfe El Hesen axivî.
El Hasan di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê dilsozê bîranîna şehîdan bin, xeyalên wan pêk bînin û tola wan hilînin.