NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê bi amadebûna bi dehan ciwanan di bin dirûşma “Bi vejîna ciwanan em ê xwe rêxistin bikin, Rêber Apo Azad bikin” konferansa xwe ya 3ˊyemîn li dar xist. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat lidarxistin.
Hevseroka Desteya Ciwanan û werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto axivî û got: “Em ê her şopdarê fikir û felsefeya Rêber Apo bin. Em konferansa xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li dar dixin. Em ciwan şopdarê fikir û felsefeya Rêberê Apo ne. Weke Rêber Apo gotiyeˊ Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevinˊ. Ev ne tenê silogan e, va ye îro jî bi hezaran ciwan li pey fikir û felsefeya Rêber Apo ne.”
Avaşîn Misto di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê heta dawiyê li pey fikir û felsefeya Rêber Apo bin û em ê her tim li kolanan bin û çalakiyên bikin, ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe.”
Di konferans de perspektîfên Rêber Apo hatin xwandin û rewşa siyasî hat nirxandin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kontona Firatê Silava Nasan kar û xebatên ku di du salan de pêk hatî nirxand.
Piştre sînevîzyon li ser analîzên Rêber Apo û kar û xebatên ku du salan hatiye kirin hat pêşkêşkirin.
Di dawiyê de nîqaş li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, rol û misiyona ciwanan çi ye û divê çi bikin hat kirin.
Piştre jî encamname hatin diyarkirin û wiha ye;
Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her tim di nava têkoşînê de bin.
Paradîgmaya Rêbertî bixin bingeha zanabûnê û pêşxistina kesayet û guhertina civakê.
Ji bo belavkirina firkrê Rêbertî perwerde, panel, semîner, komxebat û konferans bên lidarxistin.
Perwerde weke karê esasî ya bênavber were meşandin û herî kêm 10 dewreyên perwerdeyê bên vekirin.
Ji bo parastin û avabûna bingeha şerê gel ê şoreşgerî pêşengtiyê bikin û bixin karê xwe yê sereke.
Bi armanca ku yek ciwan bê rêxistin nemîne hemû ciwan bi fikir û felsefeya Rêbertî bi rêxistin bikin.
Pêşengtiya avakirina sîstema neteweya demokratîk bikin, komîn û meclisên ciwanan li her derê bi rêxistin bikin.
Komîteya parstinê li ser esasê stratêjiya şerê gel ê şoreşgerî û bi şîara mala xwe, taxa xwe, gelê xwe û welatê xwe biparêzin, birêxistin bikin.
Li hemberî hemû êrişên şerê taybet weke fûhûş, madeyên hişbir, dizî, ajantî, teknîk û jiyana xeyalî û şerê îdeolojî têkoşînek bê navber were meşandin.
Li hemberî hemû êrişên dijmin; dewleta Tirk, Sûriyê, Îran û hemû hevkarên wan her di nava têkoşîneke radîkal de bin û haya hemû axa Sûriyê û giştî Kurdistanê rizgar bikin û ji bin dagirkeriyê xelas bikin, di nava şer û têkoşînê de bin.
Giranî bidin xebatên çand, huner û sporê.
Her sal Festîvala Şehîd Bawer were berdewamkirin.
Xwendina Parêznameya Serokatî wekî karê xwe yê sereke bibînin û wan li ser her derê belav bikin.
Pêşiya koçberî û betaliyê bi pêşxistina koparatîvîn were girtin.