QAMIŞLO – Îro ji bo bîranîna pêşengên tevgera ciwanan şehîd Bişeng Brûsk û şehîd Sara Hogir Riha ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Qamişlo meşekî girseyî bi tevlîbûna gel û ciwan hat li darxistin. Şêniyên Dêrîk, Girkê Lêge, Tirbêspiyê, Çilaxa, Rimêlan beşdarî meşê bûn.
Meş li çarxereya Şerq a bajarê Qamişlo dest pê kir û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan çû. Pankart û wêneyên Şehîd Bişeng û Şehîd Sara û alên Rêber Apo hatin hildan. Sloganên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Şehîd Namirin”, “Bişeng Namire” û “Sara Namire” hatin berz kirin.
Li ber goristana şehîdan ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştre berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şêrhat Ehmed axivî û qala şehîd Bişeng û şehîd Sara kir. Her wiha, diyar kir ku tevgera ciwanan hêza xwe ji şehîdên digire ji ber ew in ku rêya azadiyê û tekoşînê nîşan didin, û ji ber vê wê tu carî li hemberî êrîşên li ser pêşengên şoreşê gav paş de navêjin.