HELEB- Bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li goristana şehîdan a berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf kom bûn. Li wir ciwanan bi meşeke meşaleyan tev li wan bûn.
Di serî de endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir rola herdu şehîdan di rêxistinkirina ciwanan de anî ziman û got: “Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker ew hedef girtin, ji ber ku wan ciwan ji metirsiya şerê taybet ê ku ji aliyê pergalên desthilatdar ve tê meşandin hişyar kirin.”
Hêva Bekir diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji ciwanên ku bi fikrên Rêber APO perwerde bûne û hatine birêxistinkirin ditirse û got: “Dagirker nikarin îradeya van ciwanan têk bibe.”
Piştre sînevîzyonek li ser jiyana herdu şehîdan hat pêşandan û beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.