NAVENDA NÛÇEYAN
HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Zapê de sîstemek radarê, kamerayek mobesse ya termal û kamerayek mobesse hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di derbarê çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya HPG’ê wihaye:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
26’ê Sibatê saet di 14:45 û 17:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê bi rêbaza segvaniyê alavên leşkerî yên dagirkeran hatin îmhakirin. Di vê çalakiyê de sîstemeke radarê, kamerayeke mobesse ya termal û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi droneyên bombebarkirî û teqemeniyên qedexekirî;
27 û 28’ê Sibatê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
26, 27, 28 û 29’ê Sibatê li herêma Garê Neqeba Xêrê, Çemrobotkî, Gûzê û Şiyê 11 caran, li herêma Xakurkê Ava Lolanê, Goşînê 2 caran, li herêma Metînayê Şêlazê, Dergelê, Bazê, Serê Metîna 5 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Bahar, Girê Amediyê 3 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”