MINBIC – Bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, îro danê êvarê li Minbic Kombûna Jin a Zenobiya li dijî tundiya li ser jin çalakiyekî li Goristana Şehîdan li darxist.
Saziyên sivîl û leşkerî, komîn, meclîs, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan beşdarî çalakî bûn.
Ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre ji berdevka Komîteya Lihevanînê Fatima Xelîl derbarê tundiya li ser jin û tekoşîna azadiya jin axivî.
Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.