QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo 9’emîn Festîvala Wêje û Hunera Jin bi diruşmeya “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” dest pê kir. Festîval li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo tê li darxistin û wê du roj berdewam bike.
Festîval bi deqayekî rêzgirtin destpêkir. Piştî wê Firiyal Çolê li ser navê komîteya amadekar a festîvalê axivî, bi xêrhatina mêvanan kir û festîval li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.
Piştî wê ji aliyê hunermendên jin stran û helbest hatin gotin.
Piştre jî pêşangehên wêne û berhemên çandî û hunerî ku bi destên jin hatin çêkirin hatin pêşkêş kirin. Nûçe Ciwan bi jinên ciwan ku beşdarî festîvalê bûn re axivî.