QAMİŞLO- Xelîl, bavê şehîd Ehmed ê ku di 12’ê adarê 2004’an de li Qamişlo şehîd bû, di sala 1997’an de şevekî bi gerîla li çiyayên Bakûrê Kurdistanê de ma û 1998’an de jî li Şamê şevekî bi Rêber Apo re sohbet kir. Nûçe Ciwan çû cem wî li mala xwe ya li taxa Hîlîliyê yê bajarê Qamişlo û derbarê bîranînên bi gerîla û Rêber Apo re reportaj girt.
Temaşevanên hêja ku guhdarî min dikin ez we hembêz dikim, ez we silav dikim. Belê, ez di sala 1955’an de ji dayik bûm. Di sala 1997’an de ez derbasî Kurdistana Bakur bûm. Ji Batmanê rabûm, hevalê min lawiqê wê, xalê min hebû, rabûn ez û wî em bi hev re meşiyan em çûn çiyayê Bafê, nêzîkî Cizîra Botanê. Em wê şevê li wê derê man. Ez wê şevê gelekî bibîrtînim, ez di nav wan şoreşgeran, wan pilingan, şêr û egîdan de, me sohbeta xwe kir heya sibê ez di nav wan de mam, cem wan me xwarin xwar. Ez di nav ew şêr û egîdên gerîla de sohbetekî xweş wê şevê derbas kir û ez wê şevê bibîrtînim. Ez wan kesan li wê derê, ji çiyayê Qandilê, giştî silav dikim, ez gerîla silav dikim, ez hemûyan maç dikim û ez çavên heval Murat Karayilan jî maç dikim.
Di sala 1998’an de ez derbasî Şamê bûm, ez û xaltikê xwe bûn. Em derbas bûn, hatin cem me, gotin îşev hûn ê bên sohbeta, hûn ê derbasî malekî bibin. Em derbasî Zorava bûn. Saet 9 bi şev em çûn malekî û runiştin. Ji me re gotin anha wê mêvanekî we wê bê. Em rûniştin û me dît Serok Apo bû. Wek teyrê baz Serok Apo derbasî hindurê malê bû, cem me bû. Silav me kir û em li ber wî rabûn. Ez wê rojê û wê şevê gelekî bibîrtînim û ez çavên wî maç dikim. Cem me ma, gelek axaftin ji me re got. Got ama ‘Hûn kurdên ku derê ne?’ Min got ‘wellah em ji Qamişlo ne, çima?’ Got ‘Erdê we tune ku hûn hatin van deran şokol digerin?’ Min got ‘Serokê min, gava welatê me çêbû, wê çaxê erdê me jî çêbibe, halê me xweş bibe, emê ji bin zilm û zorê derkevin û emê bibin xwedî erd’. Ew pirsa ji min re kir û min ew gotin ji wî re got û gelek kêfa Serok ji min re hat û em heya saet 12 û nîv, 12 û nîv derbas bû, em sohbet bi Serok Apo dikin. Dayikekî jî li wir bû, ew jî ji Reqayê bû. Ew dayik gelek pirsan ji Serok re kir, gelek dor nedida me. Lê pirsên xwe got, Serokê me jî ji me re got, ji me kêfxweş bû, em jî pey kêfxweş bûn. Heya ez sax im ez wê rojê ji bîra nakim.
Niha ji her du çavan ez kor bûm. Karê berî min dikir ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê, ji bo Serokê xwe, ji bo miletê xwe, ez ji wî karê ne poşmam im. Niha ketiyê sala 13’an her du çavên min winda bûn. Gelek astengiyên min hene. Civînek çêbibe ez nikarim herim, meşek çêbibe ez nikarim herim. Lê ez gelekî xemgîn im ji bo miletê xwe, ji bo welatê xwe, ez deyindarê Rojava me û hûnê qusura min efû bikin. Tev ev korbûna xwe ez Rojava ji bîra nakim, ez miletê Kurd û Kurdistanê ji bîra nakim. Ez wê şevê di nav gerîla de bibîrtînim, ez qurbana wê şevê me, ew îmkaniyên dan me di nav gerîla de, me sohbet kir. Û di 1998’an de, li Şamê, li Zorava, li wê malê ez pîroz dikim. Ew malê îmkan da me, em çûn cem Serok Apo. Ez wê şevê jî bibîrtînim û ez dibêjim ez qurbanê çavê wê bim. Bijî Kurd û Kurdistan û bijî Serok Abdullah Ocalan. Serokê serokan, ez qurbanê çavê wî me. Inşallah miletê me ji bin zilmê derkeve. Ew insanan ku xiyanetê dikin, bi navê ez Kurd im, inşallah wê talê çavê wan bibe. Ez dibêjim Rojava bi van çete nakeve. Rojava tu carê bi van muxbiran xilas nabe. Ez çavên we hemû maç dikim, spasiya we dikim. Navê min Xelîl bavê Şehîd Ehmed. Ez giştî we silav dikim û kî guhdarî bike saeta we teva xweş be.