QAMIŞLO – Bi boneya nêzbûna 8’ê adarê, roja cîhanî ya jina kedkar, îro saet 4 li baxçeya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Serhat a taxa Hîlîliyê şahiyekî hat li darxistin. Bi dehan şênî, ciwan û zarok ji bo şahiyê kom bûn.
Koma ‘Saz û Awaz’ a ciwanên taxa Qidurbek bi stranên xwe yên şoreşgerî bernameyê şahî vekir. Piştî wê, hunermendê ereb Mihemed İsrawî stranên xwe got. Ciwan bi coş û moralekî mezin tevlî şahîyê bûn û dîlan girtin. Bi dîlan re sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” dihatin berz kirin.