REQA – Yekîtiya Werzîşê ya Navçeya Reqayê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji bo turnoveyekî siwariyê hespê li dar xist. Endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Reqayê di turnoveyê de amade bûn.
Di turnoveyê de 6 dewre pêk dihat: nîvê yekem 1000 metre, nîvê duyemîn 1000 metre, nîva sêyemîn 1500 metre, nîvê çaremîn 1500 metre, gera pêncem û şeşemîn jî 2000 metre bû.
Siwarên ji hemû parêzgehan de pêk hatin. Girnas El-Hadî ji parêzgeha Reqayê di pêşbirka yekem a 1,000 metreyan de pileya yekem bi dest xist, di beşa duyem de jî Girnas el-Nassar ji parêzgeha Dêrezorê pileya yekem bi dest xist.
Di pêşbirka yekem a hezar û 500 metreyan de Deham El Hewîce ya ji parêzgeha Dêrezorê pileya yekem bi dest xist û di beşa duyemîn de jî Yasir El-Ammar ji parêzgeha Reqayê bi ser ket.
Turnoveyê bi pêşbirka 2000 metre de bi dawî bû. Amir El-Neîmî û Seyf El-Xerbî yên ji navçeya Reqqayê pileya yekem bi dest xistin.
Kesên ku bi ser ketin ji aliyê şêx û navdarên êlan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin xelatkirin û herwiha xelatên aborî hatin dayîn.