REQA- Beriya çend kêliyan kongreya 2’yemîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dirûşma ” Bi îrade û îsrara xwe em ê ciwanan bi rêxistin bikin, welat rizgar bikin û siberojê ava bikin”, dest pê kir. Kongre li bajarê Reqayê bi beşdarbûna 160 endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, serokê partiyê Ebdi Hamid El Mihbaş, sekretêra giştî ya partiyê Sîham Dawud, endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, nûnerên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê, nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan tê lidarxistin.
Kongre bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Reqayê Muwefeq El Elî ve tê kirin.
Di kongreyê de dê rewşa siyasî were nirxandin, rewşa rêxistinî û xebata sala borî ya meclisê werin nîqaşkirin. Her wiha dê meclis ji nû ve were sazkirin û stratejiya xebata wê were diyarkirin.
Kongre dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.
Li gorî rêziknameya meclisê, kongre dê her du salan were lidarxistin. Kongreya yekemîn a meclisê di Mijdara 2022’yan de hatibû lidarxistin.