ŞEHBA – Li navçeya Ehdas perwerdeyekî girtî yê parastin ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger hat li darxistin. Ev perwerde hefteyekî berdewam kir bi tevlîbûna 10 ciwan. Ciwan ku beşdarî perwerde bûn endamên komîteya parastin a Tevgera Ciwanên Şoreşger in.
Ev perwerde li ser esasê stratejiya şerê gelê şoreşgerî hat dayîn. Mijarên parastina hawayî, rastiyê dijmin, şerê gelê şoreşgerî, çand û exlaqa şoreşgerî, derse kilêş û BKC (bîksî) hatin dest girtin. Perwerde bi encamekî serkeftî xilas bû.
Di roja dawî ya perwerde de her ciwan bi coşek mezîn û birardariyek xurt dersên pratîkî dît û peymana xwe ji bo gelê welatparêz şand.