QAMIŞLO – Meclîsa Ciwanan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li kantonê Qamişlo, di çarçoveya hemleya komkirina îmzeyan ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de 3 roj di kolanan de bûn. Ciwanên PYD li “Parka Azadiyê” standekî ji bo komkirina imzeyan û belavkirina pirtûkên Rêber Apo vekir.
Ev hemle tê meşandin ji bo mecbûrkirina ku Konseya Ewropayê û saziyên mafên mirovan ên navnewtewî bi erkê xwe rabin û li ser dewleta Tirk zext bikin da ku qanûnên navneteweyî pêkbîne.