NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Ciwanan a rêxistina sosyalîst Abahlali BaseMjoRndolo (ABM) a ji Afrîkaya Başûr, ji bo azadiya Rêber APO û dilsoziya bi têkoşîna azadiya gelê Kurd re daxuyaniyeke çapemeniyê da. ABM heta niha rêxistina girseyî ya herî mezin a nifûsa xizan a Afrîkaya Başûr e û bi zêdetirî 120,000 endaman, ji sala 2005-an vir ve ji bo mafê erd, xaniyên minasib û jiyanek bi rûmet û azad têdikoşe. ABM di serî de nifûsa niştecihên bi navê nefermî organîze dike. Heya roja îro, bi mîlyonan mirov li Afrîkaya Başûr di holikên ku bixwe hatine çêkirin de dijîn. Ji ber ku xaniyek bi erzanî tune ye, xelk neçar dimînin ku erd dagir bikin û bi vî rengî bi îmkanên herî hêsan xaniyan çêbikin.
Di encama Konferansa Ciwanên Cîhanê ya di Mijdara sala borî de, di navbera Navenda Têkiliyên Gel a Ciwanan a Ronahî û rêxistina ciwanan a ABM’ê de bernameyên cuda yên pevguhertinê hatin lidarxistin. Ciwanên ABM’ê niha bi daxuyaniyeke çapemeniyê xîtabî gel kirin. Di daxuyaniyê de Koma Ciwanên ABM her du pêşengên şehîdên Tevgera Ciwanên Kurdistanê Bişeng Brûsk û Sara Hogir Riha jî bi bîr anîn û rewşa Kurdistanê bi rejîma apartheid a li Afrîkaya Başûr re dan ber hev. Ji bo hevxemiya xwe bi tevgera ciwanên şoreşger ên Kurdistanê re diyar bikin û silavên xwe yên germ ji rêhevalên ciwan ên Kurdistanê re dişînin, Komîteya Ciwanan a Saltrock a herêma Durban a Afrîkaya Başûr, peyamek bi dimen jî hat weşandin.
1’ê Adare 2024
Daxuyanîya Çapemenîye ya Lîga Ciwanan a Abahlalî BaseMjondolo wiha ye;
Em piştgirîya xwe ji bo tevgera azadîya Kurdistane diyar dikin!
Wek Abahlalî me tekoşîna rizgarîya gelê Kurd bi salên direj şopandîye. Berê 15 sal serokê me bi vexwendina hevalên me di vê welatî derbasî Tirkîye bû û di zaningeha Enqere de û platformên cuda de axaftinan pêşkêşkiribu. Di vê demê de ji wî hat xwestin ku derbarê ezmûna Başure Efrîqa a Komisyonên Heqîqat û Lihevhatine (TRC) parvê bike. Her wiha hevalê me Zodwa Nsibande jî zîyareta hevalên li Tirkîye kiribu.
Lîga ciwanan a Abahlalî herî dawî rastî firsendeke hatîye ku bi ‘Ronahî – Navenda ciwanan ji bo tekilîyên navbera gelan’ danûstandine bike. Danûstandina me li pey kombûna ciwanên radîkal ên giştî cîhanê (Konferansa Ciwanên Cîhane) tê. Di vê kombûne de biryarekê nêrîneke bi vê rengê derketîye, ku danûstandina bi berdewamî, ji hevdû fêrbûn û piştgirîya navnetewî, miftêya avakirina hêza ciwanan di nava tevgerên me.
Wek Lîga ciwanan a Abahlali em kêfxweşin ku hevalên me yên ciwan ji navenda Ronahî zîyareta me kirine û du hefteyên dawî bi me re derbas kirîye, tekoşîna me ji bo ax, rûniştineke sererast û jiyaneke bi rumet naskir. Firsenda hevalan çêbû ku şewazê rêxistinbûna Abahlali ji nêz ve nasbikin û tevlî gelek bernameyên sîyasî yên cuda di nav civatên Abahalî bûn. Her wiha jî derfeta me çêbû ku em ji hevalan gelek tişt derhaqe tekoşîna rizgarîya gele Kurd fêr bibin. Gava ew ji me re pêşkêşkirîye çavên me tijî hesir bûne û em di nav kîn û hersê de bûn. Me femkir metingerî û emperyalîzm çawa tevdigerin û çawa li beramberî xwestekên azadîye li seranserê cîhanê disekinin. Her wiha me femkir ku, ruxmê ku em fikirîn ku metingerî tişteke ayde dîroke ye, em hîn jî di nav serdema metîngerî de jîyan dikin.
Hevalan her wiha ji me re ronî kirine, çawa Heval Abdullah Ocalan hatîye revandin û di zindane hatîye girtin. Heval Ocalan rêberê tevgera azadîya Kurdistane û damezrînêre Partîya Karkerên Kurdistan PKK ye. Heval Ocalan ji ber tekoşîna xwe ji bo maf û dîyarkirina çarênûsa gelê Kurd ê bindest, zêdetirî 25 sal li ser giraveke hatîye tecrîd kirin. Di sê salên dawî de ti danustandina wî bi cîhana dervê çênebû û yek nîşaneyekê jiyanê ji zindane denekertîye. Li dijî hemû peymanên navnetewî, heta ji parêzerên wî re destur nayê dayîn ku derbasî giravê bibin û muwekîle xwe bibînin.
Her wiha em dixwazin helwesta xwe li dijî kuştina rêberên jin û ciwanan Bişeng Brûsk û Sara Hogir Riha, ku di encama erişên hewayî yên dewleta Tirk gihiştin şehadete û şehadeta wan di 26ê Sibate de hatîye ilan kirin, diyar bikin. Em wan erîşan, çawa wekê tecrîda li dijî Serok Abdullah Ocalan, wek hewldaneke pergala serdest a bêdengkirina dengên azadîya dinirxînin. Li seranserê cîhane tekoşînên azadîye ji alîye kapîtalizm, emperyalîzm û ji alîye elîtên otorîter û bertîlgir ku li pişt maskeya netewperestîye de vedişêrin, tên tepisandin. Her kes ku li cîheke cîhane ji bo azadîye radibe ser pîyan, hevalê me ye.
Zordestîya hovanê ku tekoşîna Kurdistane re rû bi rû dimîne, pergala apartheid ku Nelson Mandela 27 sal di nav zindane de girtî hiştibu tîne bîra me. Her wiha tîne bîra me çawa rêberên tevgera me jî hatin suikast kirin. Em qet watê nadin çawa giştî cîhane bêdeng dimîne, gava mirovatî ji alîye hêzên çekdar tê parçê parçê kirin, tene ji ber ku mirov ji bo demokasî û mafê çarenûsa xwe diyarkirine radibin ser pîyan.
Îro em dixwazin piştgirîye xwe ji dil bi hemû gelên Kurdistane û tekoşîna wan li dijî bindestîye diyar bikin. Çawa em piştgirî didin tekoşîna azadîyê li Hayîtî, li Filistîn, li Komara Demokratîk a Kongo û li her derê cîhanê, em pişta gele Kurd û tekoşîna wan ji bo aşitî û azadîye digirin.
Em helwesta xwe diyar dikin û bang dikin ku Heval Abdullah Ocalan yekser û bê şert bê berdan!
Em edalet ji bo Bişeng Brûsk û Sara Hogir Riha û hemû hevalên me yên tevgera azadîya Kurdistane ku hatine kuştin û suikast kirin dixwazin. Kiryar divê werin ceza kirin!
Em bang li hemû hêzên pêşverû û hikumeta Başure Afrîqa dikin, ku heman piştgirî ku ew ji bo doza Filistîn diyar kirine bila ji bo tekoşîna gele Kurd jî diyar bikin!
Dengê şehîdên tekoşina cîhaneke mirovanê, wê her gav rabûna ciwanan bi zanêbûn li her derê cîhanê ronî bike! Keda ku wan di nav tekoşîna rizgarîya gelê Kurd dan wê her bijî!