MINBIC – Bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê, roja jinên kedkar ên cîhanê û di çarçoveya rêze çalakiyên ji bo jinan de, Kombûna Jin a Zenobiya û jinên ciwan ên Minbicê, îro danê sibê di bin slogana “Bi vîna azad a jinan em dawî li polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bînin” meşekî li darxistin.
Saziyên sivîl û leşkerî, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Minbicê û beşdarî çalakî bûn.
Meşa ji dordora keştiyê destpê kir bi tilîlî û dirûşmeyan gihişt qada giştî ya Minbicê.
Piştre ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştî wê jî hevseroka Meclisa Minbicê Sîham Hamo axivî.