ŞEHBA – Îro li nahveya Ehdas a herêma Şehba bîranînekî ji bo şehîdên Sara Hogir û Bişeng Brûsk bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat li darxistin. Bi dehan ciwan û gel kom bûn û tevlî çalakî bûn.
Endama Komîteya PKK’ê a Ciwanan Bişeng Brûsk û endama rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha di êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a 28’ê Tîrmehê 2023’an li Herêmên Parastina Medya de şehîd bûn. Bişeng Brûsk demekî dirêj rolekî pêşeng di nav tevgera ciwanan de lîstiye, bi taybet jî di salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê.
Ji bo bîranîna şehîdan sînevîzyonekî hat temaşe kirin. Piştî wê deqeyek rezgirtin hat girtin. Piştre Fuat Hasan li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin kir. Gel û ciwanan bi coşek mezin sloganên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” barz kirin. Di dawiyê bername de gelê welatparez û malbatên şehidan mûm pêxistin.