MINBIC – Di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” turnuvaya futbolê yên dibistanan li bajarê Minbicê hatin dest pê kirin.
Ofîsa Çalakiyên Dibistanan a girêdayî Yekîtiya Werzîşê ya bajêr, turnuvaya futbolê ya havînê ya duyemîn a ji vî rengî, li ser qada Stadyûma 15’ê Tebaxê Hexagon a li navenda bajêr li darxist.
Di turnuvayê de 16 tîm ji dibistanên cuda yên seretayî yên bajarê Minbicê beşdar bûn.
Maçên yekem di navbera tîmên dibistana 16’ê Cotmeh û dibistana Serlêdan de dest pê kir. Tîma dibistana 16’ê Cotmehê bi serket.
Ev turnuvaya ji bo werzîşê wekî pêngavek teşwîqê tê, ji bo ku moral bide xwendekaran û werzîşê di nav ciwanan de pêşbixe.