MARSÎLYA- Ciwanên Kurd û Kurdistanî bi pêşengî û banga CKF (Ciwanên Kurdîstanî ên Fransa), ku li Navenda Çanda Kurd a Marsîlyayê li hev civiyan Endamê Komîteya Ciwanên PKK’ê şehîd Bişeng Brûsk û endama rêveber a Komalên Jinên Ciwan û Komalên Ciwan Şehîd Sara Hogir Rîha ku di encama êrîşa hewayî de dewleta Tirk a faşîst a dagirker 28’ê Tîrmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn bi bîr anîn.
Bîranîn îro saet di 13.00 de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de sînevîzyona ji bo şehîdan hatibû amadekirin hate temaşekirin. Piştî sînevîzyonê li ser navê malbatên şehîdan axaftin hat kirin. Di axaftinê de bal hat kişandin ser girîngiya şehîdan. Di axaftinê de hat destnîşankirin ku her şehîdek rêyekê vedike û hat gotin ku ev şehîd jî bê guman wê rêyekê vekin û şehîd Bişeng û şehîd Sara ku di vî temenê xwe de pêşengî kirine divê ji ciwanên kurd re bibin mînak. . Her wiha hate gotin ku ev jiyana herî bi rûmet e ku ji bilî jiyana bi rûmet a ku Şehîd Bişeng û Sara radestî me kirine ti şansê jiyanê nîne.
Ciwanan gotinên xwe yên li hemberî şehîdan nû kirin û anîn ziman ku soza tolhildanê çi dibe bila bibe û ew ê li ser vê rêyê bimeşin. Bîranîna ku tevlîbûnek mezin hebû bi dirûşmeyên Şehîd Namirin bi dawî bû.