NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê hêzê Nizamdîn Silêman şehîd bûye.
Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Şehîd Nizamdîn cesûr bû û tirs nedizanî. Dudilî li cem tune bû û di oxira parastina ewelehiya gelê xwe de heta dawiyê fedakariyên mezin kirin.”
Agahiyên Ii ser nasnameya şehîd wiha ne:
Nav û paşnav: Nizamdîn Silêman
Navê bav: Mihemed Elî
Navê dayîkê: Neqiye
Cih û dîroka tevlêbûnê: Tirbespiyê 3-6-2014
Cih û dîroka şehadetê: 3-3-2024