QAMIŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi boneya nêzbûna 8’ê adarê, li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a taxa Kornîş komxebatekî derbarê roja cîhanî a jinên kedkar li dar xist. Bi dehan jinên ciwan ên ereb û kurd beşdarî komxebatê bûn. Nûçe Ciwan bi beşdarên komxebatê re hevpeyvîn kir.
Komxebat bi axaftinekî vekirinê hat dest pê kirin. Piştî wê perspektîfên Rêber Apo ji bo jin hatin xwendin û sînevîzyonekî li ser 8’ê adarê hat pêşkêş kirin. Piştre jî nîqaş ji beşdaran komxebatê derbarê roja jinê û tekoşîna azadiya jin hat vekirin.
Di dawiyê de encamnameyekî komxebatê hat nivîsandin ku bi daxuyaniyekî hat eşkerekirin. Sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berz kirin.