ZÛRÎCH- Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê ji aliyê endamênn TCŞ û TekoJIN’ê ve li ser rêbazên têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet civînek hat lidarxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi taybet şehîd Bişeng, Şehîd Sara û Şehîd Tolhildan ku herî dawî şehadeta wan hate ragihandin, destpê kir.
Piştre semînerek hate dayîn ku polîtîkayên şerê taybet ên hêzên faşîst û kapîtalîst ên li dijî ciwan û jinên ciwan ên Kurd ên weke fûhûş, tiryak û sîxuriyê tên meşandin, hate dayîn. Piştre li dijî van polîtîkayan bi taybetî ciwanên Kurd û ciwanên sosyalîst divê têkoşîneke çawa bimeşînin, li hemberî van polîtîkayan divê çi rol û mîsyona ciwanan bimeşînin hate nîqaşkirin.
Piştî nîqaşan sînevîzyona ku ji aliyê ciwanan ve hatibû amadekirin, ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî û polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber APO hate temaşekirin.
Piştî sînevîzyonê axaftina dawî ya endamên Tabûra Nemir Şehîd Erdal Şahîn û Şehîd Rojhat Zîlan ên beriya biçin çalakiya fedaî ya li Enqereyê hatin temaşekirin. Ciwanan bi dirûşmeyên Şehîd Namir sînevîzyonê pêre kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.