STENBOL- Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Kadikoy a Stenbolê bi dirûşma “Li dijî xizanî, tundî, kedxwarî û şer têkoşîna me heye” bi hezaran jin gîhandin hev. Bi hezaran jin li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoyê civîyan. Jinên ku bi cil û bergên Kurdî civiyan rengekî nû da qadê. Jinan di civînê de bênavber li çepikan dan û lîlandin. Jinan li ber def û stranên Kurdî govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Xeta Jine yên ku endamên rêxistinbûyîna Jinên Ciwan yên zaningeha jî cihê xwe li qadan girtin û bi rengên jinên ciwan pankart û dovîzên ku li ser ‘Şopdarên Bişeng û Sarayan li her derê ne’, ‘Di Xeta Jinê de Ber Bi Şoreşa Jinê’ , ‘Jin Jiyan Azadî Nexşerêya Xeta Jinê ye’ û ‘Berxwedana Bêrîtanan Li Kampusan Deng Vedide’ dinivîsand vekirin. Bi van pankart û dovîzên hatin vekirin dan diyarkirin ku “Têkoşîna me her heye û wê her hebe.” Qada ku bi rengê jinan hatibû xemilandin bi helwestên jinan yê ku li beramberî hişmendiya zilamsalari raber kirin ve bû bersiveke tund ji desthilatdariya zilam re. Bi vî awayî jin diyarkirin ku wê bi qadan tijî kirinê ve hişmendiya zilamsalarî ya ku hatiye çandin wê bi yekbûnê ji holê rabikin.