ŞEHBA- Îro li kampa Berxwadan ya girêdayî kantona Efrîn û Şehba, Meclîsa Jin ya Malbata şehîdan bi boneya 8’Adarê komxebateke bi beşdarbûna hejmarek ji jinên pêkhateyên Efrîn û Şehba li dar xistin. Nîqaş derbarê 8’Adarê dest pêkir û sînevîzyon hat pêşkêşkirin. Di serî de soza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xwedî derketina doza şehîdan hate dûbarekirin. Her wiha gelek nirxandin li ser rol û misyona jin di civakê de, pêşengtiya jinê di cîhanê de di hemû waran de, destkeftiyên ku bi dest xistine hate nirxandin.