DIRBÊSIYÊ – Îro li bajarokê Dirbêsiyê Yekîtiya Jinên Ciwan û jinên xwendekar ji bo pîrozkirina roja cîhanî ya jinê kedkar 8’ê adarê çalakiyekî hunerî li darxistin. Bi dehan şênî beşdarî çalakî bûn.
Jinên ciwan bi cilên kurdî tevlî çalakiyê bûn. Di vekirina çalakiyê de li ser navê jinên xwendekar axaftin derbarê wate û girîngiya 8’ê adarê hat kirin. Piştî wê jî şanoyekî ji aliyê xwendkarên dibistanan li ser mafên jin hat pêşkêşkirin.