NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê yên Mêrdîn, Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo hevrêyên xwe yên bi navê Şehîd Bişeng Brûsk, Endama Komîteya Ciwanan û Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Şehîd Sara Hogir Riha, endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan-Komalên Ciwan çalakiyên bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de ku wêneyên şehîdan lê hatin hildan, sînevîzyona ji bo Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir jî hate amadekirin.
YCWK’ê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya dijîtal de de wiha got; “Em weke YCWK’ê hemû hêz û ruhê xwe yê têkoşînê ji rêhevalên xwe yên di vê rêya ku em ketine rê de şehîd bûne digirin. Em rêhevalên Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha yên ku li çiyayên Kurdistanê mînakên berxwedanê yên bêhempa nîşan dane û bi têkoşîna xwe ya dijwar a jinên ciwan û ciwanên Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê nîşan dane bi bîr tînin. Em hemû rihê xwe yê têkoşînê û tolhildanê ji hemû hevalên xwe yên şehîd, bi taybetî ji rêhevalên Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha digirin. Ji bo parastina vê mîrateya mezin a ku we ji me re hiştiye, têkoşîna xwe ya bi serketinê re li her qadê berfireh bike. Bi vê minasebetê em careke din dibêjin “Em bi têkoşînê re bibin yek.” “Em soza mezinkirina têkoşînê û tolhildanê bi dirûşmeya ‘Em bi Rêber APO Azad re Azad bibin’ didin.”