KOBANÊ – Bi boneya nêzbûna 8`ê Adarê, roja cîhanî ya jinê kedkar, Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê xwepêşandanekî li dar xist. Bi dehan jinên ciwan bi cil û bergên kurdî beşdarî çalakiyê bûn.
Meşê ji Qada Şehîd Egîd heta Qada Jina Azad dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Li Qada Jina Azad liberdevka Yekitiya Jinên Ciwan Neda Şahîn wiha axivî: “Em vê rojê li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî jî jinên ku ji bo azadiyê li çiyayên azad têdikoşin, pîroz dikin. Her xwestine mafên jinan tune bikin, lê em ê her û her rêya azadiyê li hemberî her tundî, destdirêjî û qirkirinê bigirin. Em gihaştin vê astê jî û ew bi saya Rêber Apo û jinê pêşeng in.”
Di dawiya de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.