TORÎNO- Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk (Rojda Bilen) û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir (Gulsûn Silgir) ên ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûn, li bajarê Torîno yê Îtalyayê ji aliyê dostên Kurd gelê Îtalî ve hat bibîranîn.
Di bîranînê de hat gotin, “Tola lehengên di şerê li erdnîgariya Kurdistanê de şehîd bûne, her roj tê hildan. Operasyonên Şoreşgerî yên Zapê mînaka vê ye. “Rêxistinbûna xurt a ciwanan wê bibe sonda tolhildana rêhevalên Şehîd Bîşeng û Şehîd Sara.”
Di bîranînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.