ZURÎCH– Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdarî kampanya nameya ji Rêber Apo re ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hatibû destpêkirin, bûn. Berdevkê Ciwanên Zurîh ên TCŞ’ê yên Swîsreyê Îrfan Dîrok li ber rojnameya Zurich Die Postê daxuyaniyek da û got, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di zindana dewleta Tirk a faşîst û dagirker de ye. 3 sal in tu agahî jê nayê. “Em beşdarî kampanya nameya ji bo Rêber Apo ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bûn.” Di axaftina Dîrok de, berxwedana bi heybet a zêdeyî 25 salan a li Girtîgeha Îmraliyê ya Rêber Apo û berxwedana destanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê jî hatin silavkirin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.