TEBQA – Bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê de, Yekîtiya Jinên Ciwan a parêzgeha Tebqayê li navenda xwe semînerekî li ser roja cîhanî ya jinê kedkar li darxist. 15 ciwan û jinên ciwan beşdarî çalakî bûn.
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a bi navê Nada El-Abdullah diyar kir ku di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê New York ê Dewletên Yekbuyî yên Amerîka (DYA’yê) nêzî 40 hezar karkerên jin ji bo şermezarkirina mûçeyên kêm û demdirêjiya kar dest bi grevê kirin. Meşek ji jinên ji çînên xizan û jinên ku nexwestina meqam û desthilatdariyê ne hat lidarxistin, di dîrokê de cara yekem ji bo daxwaza mafên xwe yên herî bingehîn derketin qadan.
Ders bi pêşkêşvaniya sînevîzyonekî derbarê roja cîhanî ya jinê kedkar û girîngiya bi dawî bû.