KOBANÊ- Bi boneya pîrozkirina Roja Jinên Tekoşêr a Cîhanî a 8’ê Adarê, jinen ciwanê ku girêdayi Mekteba jin ya Desteya Ciwan û Werzîşê ne li ser navê endamê Kordinasyona Komalên Jinên Ciwan Bişeng Brûsk û endamê Revberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha maçekî basketbol li darxisin. Beriya destpê maçê bikin deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdê şoreşê hate girtin. Her wiha li ser navê Mekteba Jin Jîn Îbrahim axaftina vekirinê kir. Îbrahim di axaftina xwe de qala tekoşîna her du hevalên şêhîd kir û her wiha anî li ser ziman ku pêwiste jinên ciwan xwedî mîrasa wan hevalan derbikevin. Piştî axaftinê di navbera tîma şehîd Bişeng û şehîd Sara de maçekî hate li darxistin. Di encamê maçê de ji bo her du taximan jî diyarî û gul hatin dayîn. Bername bi sloganên Şehîd Namirin û Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.